Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşbirka Bijartina Dengên Xweş jibo Festîvala Hawar ya Sitranan


Tevgera Çand û Hunerê ya Efrînê dest bi amdekarîya li darxistina Festîvala Hawar ya Sitranan kir.

Jibo bijartina dengên xweş ku beşdarî festîvalê bibin pêşbirk pêk tê û komîteyek ku ji sê hunermendan pêk tê nirxandina dengan dikin.

Endama komîteya amadekar y festîvalê Newroz Silêman got ku sê grubên pêşbirkê hene, her yek ji heşt kesan pêk tê.

Newroz Silêman
Newroz Silêman

"Du ji wan li Şehba û yek li Helebê dê beşdar pêşbirkan dibin, jibo tevlêbûna Festîvala Hawar ku di meha Îlonê de li dar dikeve. Ev werza sisêyan ya Festîvala Hawar e, ku berê du werz li Efrînê hatibûn li dar xistin."

Silêman dîyar kir ku armanca jinûve pêkanîna festîvalê li Şehbayê ew e ku ew şanda Efrînê zindî bigirin.

“Êrîşa ser Efrînê dixwaze çanda me tune bike, foklora Efrînê hinda bike, loma bersîva me bi vê fesîvalê ye ku çanda xwe zindî bihêlin”.

Ji mercên tevlîbûna pêşbirkê ku temenê beşdarvanan di navbera 15 – 30 salan de be û ne endamê tevgera çand û hunerê be, herwiha tev li her du werzên berê yên festîvalê nebûye.

Yek ji beşdarên pêşbirkê Serhat Sîdo got ku hezkirina wî ji hunerê re heye.

"Ez dixwazim behreya xwe derxim, jixwe berê hunermend di malbata min de hene, loma dixwazim bi rêya sitranê çanda Kurdî biparêzim”.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku çendîn çalakî û festîvalên çandî û hunerî li Efrînê berî destdanîna Tirkîyê di 2018'an de, pêk hatibûn.

Piştî derbiderbûna Efrînîyan hinek ji wan festîval û çalakîyan dîsa li Şehba bi werzên nû didomin.

NR_06_29_2021_Pêşbirka_Sitranan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:03 0:00

XS
SM
MD
LG