Di hewildanekê de ji bo yekgirtin û ji nû ve rêxistinkirina rêzên xwe, Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sazîyeke nû bi navê "Fermandarîya Deveran" ava dike.
Ev proses bi çavdêrîya Amerîka û Koalisyona Navnetewî birêve diçe. Wezareta Pêşmerge ev nûçe ji Dengê Amerîka re piştrast kir.
Hikûmeta Amerîkayî daxwazê ji Herêma Kurdistanê dike ku hêzeke leşkerî ya bihêz û yekbûyî hebe ku ji parçebûna partîzanî û ji bermahîyên şerê navxweyî rizgar be.
Sekreterê giştî yê Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Lîwa Bextiyar, ji Dengê Amerîka re got: "Komîteyeke hevbeş ya Serokatîya Herêma Kurdistanê, hikûmet, Wezareta Darayî, Wezareta Pêşmerge û hêzên 70emîn û 80emîn kar dikin ji bo avakirina fermandarîya deveran û desthilatên wê. Em hêvî dikin ku emê di siberojeke nêzîk de bigihêjin encamekê da ku em nêzîk encaman ragihînin."
"Komîteyê pêşketineke baş bidest xistiye, lê hîn kar heye ku divê were kirin," wî got, û diyar kir ku damezrandina "fermandarîya deveran" beşek ji hewldanên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de ye ji bo jinûve avakirin û xurtkirina sazîya wezareta Pêşmerge.
"Herêm bûye du dever. Me peymana têgihiştinê bi Amerîkayê re heye û li gor vê peymana têgihiştinê, divê kar bi pêş ve herin," Lîwa Bextiyar, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, ji Dengê Amerîka re got.
"Karbidestên Amerîkayê hevkarîyê dikin, hemahengîyê dikin, şêwirmendîyê dikin û piştgirîyê didin jinûve rêxistinkirin û avakirina van herdu deveran."
Amerîka ji sala 2016'an heta niha, di çarçoveya şerê Koalisyona li dijî Daişê, bi hêzên Pêşmerge re kar dike. Herwiha bi sed hezaran dolar ji bo mûçeyên mehane yên hêzên Pêşmerge di heman demê de peyda dike. Ew piştgirîya darayî, lojîstîk û leşkerî dide hêzên Pêşmerge ji bo armancên yekbûn û ji nûve rêxistinkirinê.
Li gor rêkeftina hevbeş a di navbera Wezareta Pêşmerge û hêzên Koalisyonê de, nirxandina salane ya xebatên wezaretê li ser pêvajoya yekkirina hêzên Pêşmergeyan di bin çavdêrîya Koalîsyonê de her sal di meha Cotmehê de tê kirin.
Karbidestên payebilind ên wezaretê gelek caran diyar kirine ku wezaret ji alîyê Amerîka û hevalbendên wê ve tê rexne kirin, ji ber ku mekanîzma yekkirina hêzên Pêşmergeyan li gor têgihiştina hevbeş di navbera Koalisyon û Pêşmergeyan de pêk nayîne.