Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Almanî: Çekên ku Almanya Şandine Herêma Kurdistanê di Bazaran de Tên Firotin


German Weapons

Weşangerên Almanî NDR û WDR radigihînin ku tivingên êrîşkarî G3 û dabançeyên P1 ku ser wan de 'Bw' ya Bundeswehr anku artêşa Almanî nivîsîye di bazerên Hewlêr û Silêmanî de tên firotin.

Ajansên Almanî dibêjin, ew sîlah beşek ji alîkarîya Almanya ne, ku sala borî bo di karanîna di şerê dijî DAIŞê dem ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatibûn şandin.

Jimareke endamên partîyên Kesk û Çepger xema xwe dîyar dikir ku çekên ku ji pêşmergeyan re hatine şandin, dikarin bikevin destên neyaran.

Li gor NDR û WD, şervanên pêşmerge neçar mane sîlahên xwe bifroşin, jiber ku çend meh in mehaneyên wan ji alîyê hikûmetê ve nayên dayîn.

XS
SM
MD
LG