Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarekî Pêşmergeyan Dibêje Ew di Amadebaşîyê de ne

Fermandarekî payebilind ê Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Îraqê dibêje ku hêzên taybet ji şeva borî ve di rewşa amadebaşiyê de ne û fermandarên Pêşmerge hatine agahdarkirin ku li ser erkê bin.

Fermandarê payebilind ê Pêşmerge, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Dengê Amerîka re got ku danîna hêzên taybet û Pêşmerge di rewşa amadebaşîyê de bi rewşa Îran û herêmê ve girêdayî ye.

"Hemû hêz hatine hişyarkirin ku ji bo her bûyerê amade bin," wî got.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Şemîyê destpêkirina operasyoneke leşkerî ya mezin li dijî Komara Îslamî ya Îranê ragihand.

Trump ji endamên Pasdaran, hêzên çekdar û hemû hêzên polîs ên Îranê re got, "Divê hûn îşev çekên xwe deynin; di vê rewşê de hûn ê ji parêzbendîya tevahî sûd werbigirin."

XS
SM
MD
LG