Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fethî Îsmaîl: DAIŞ Êrîşî Sopaya 7. ya Pêşmergan Dike


Serê Sibeya roja Çarşemê 16î Kanûna Pêşîn, hind çekdarên DAIŞê êrîşek li dij sengerên hêzên Pêşmergên Kurdistan encam da, di êrîşê de hejmarek Pêşmergan jiyana xwe jidest dan, ji wan sê zêrevanên şexsî yên Serleşker Emîd Fethî Serleşkerê sopa heftan ya fermanda duhok hene.

Berpirsê sopaya heft ya girêdayî fermanda hêzên Pêşmergên Kurdistan li parêzgeha Duhokê, Emîd Rukin Fethî Îsmaîl, jibo beşê Kurdî yê Dengê Amerîka da zanîn ku, çekdarên Daişê rewşa hewa ya bi mij û mûran bikar anîn û di seat 4:30 serê sibê de, bi 4 xwekujan dest bi êrîşa ser bingehê hêza pêşmergan kir li herêma Qesrîcê ya nizîk Eyadiyê (Avgeniyê), pevîûnan 4 seatan vekêşa, weke Emîd Fethî dibêje.

Emîd Fethî got, di êrîşê de herçar êrîşkarên Daişê hatin kuştin, lê hejmarek pêşmergan jiyana xwe jidest dan, di nav de sê zêrevanên wî yên şexsî hene.

Temamiya hevpeyvîn li jêr di fayla deng de heye.

Hevpeyvin di gel Serleîker Fethî Ismail
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:33 0:00

XS
SM
MD
LG