Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çareserî Bo Diyardeya Hêzên Çekdar yên Girêdayî Hizban li Herêma Kurdistanê Çiye?


Endamên Hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê
Endamên Hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê

Ji dema ku Herêma Kurdistanê statûyeke fermî bidest xistye heta niha, ne tenê partîyên li herêma Kurdistanê xwedî hêzên çekdar in, belkî hin berpirsên di nav partiyan de jî hêzên xwe yên çekdar hene.

Heta partiyên ku xwedî hêzên çekdar nînin jî, bi çekdarkirina endam û kadroyên xwe, baregeh û cihên partiya xwe diparêzin.

Ne tenê ev, lê weha bûye ku dema berpirsekî partiyekê diçe zona partiya din hêzên xwe yên taybet yên çekdar bi xwe re dibe.

Yan jî dema ku berpirsekê partiyekê cuda dibe û diçe bal partiyek din zêrevan û hêzên xwe yên çekdar bi xwe re dibe nava wê partiyê.

Dengê Amerîka di bernameke taybet de îro balê dikişîne ser wê diyardeya çekdarî ya nerêxistî li Herêma Kurdistanê, ku ev bûye ciyê dilgiraniya gelê herêmê û dost û hevpeymanên kurdan.

Dema rewşeke weha derdikeve holê û dibe mijara rojê û ya danûstandinan ev pirs derdikevên pêş:

Çawa dikare hêzên çekdar yên partiyan li Herêma Kurdistanê dikarin bibn yek û dawî li vê rewşê were?

Çima ewqas hêzên çekdar hene?

Komîteya Yekgirtina Pêşmerge heta niha çi kiriye?

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka behsa çawaniya bidawîanîna desthilata kesayetî û hizbî li Herêma Kurdistanê dike.

Van pirsan û vê mijarê bi mêhvanên bernamê re gotûbêj dike, mêhvan jî evin;

Rizgar Hemed Mehmûd Cîgirê Komîta Karûbarên Pêşmerge di dewreya berê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de ji Fraksiyona "Goran".

Cemal Hewêz Mistefa Endamê Komîteya Pêşmerge ya Fraksiyona YNKê, dewreya berê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê.

Seîd Harkî Endamê berê Komîteya Karûbarên Pêşmerge Fraksyona PDK, dewreya berê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê.

Ebûbekir Helednî Endamê Komîteya Pêşmerge ji Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî, dewreya berê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê.

Di fayla deng de guhdariya danûstandinên derbarê mijarê bike

ZHIYAR CALLING SHOW.m4a
please wait

No media source currently available

0:00 0:50:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG