Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cebar Yawer: Biryar Hatiye Girtin Pêşmerge Beşdarî Rizgarkirina Mûsil Bibe


Jabar Yawer
Jabar Yawer

Serok Obama doh di axiftinek xwe de got, hemû amadekariyên rizgarkirina bajarê Mûsil ji destên Daişê heta dawiya salê dê temam bin, hêzên îraqî û yên Pêşmergên herêma Kurdistanê di amadebaşiyan de ne.

Dengê Amerîka pişka Kurdî derheqa axiftina serokê Amerîka Barack Obama ya amadekariyên rizgarkirina Mûsilê hevpeyvînek li gel Ferîq Cebar Yawer emîndarê giştî yê wezareta pêşmergan encam da.

Yawer di axiftina xwe de got" Hêzên Pêşmergan di amadene bo beşdaiyê di prosa rizgarkirina Mûsilê de, diyare biryar ji aliyê bilindtirîn destelata herêma Kurdistanê hatiye girtin ku, em weke hêzên Pêşmergeyan beşek bin ji wê prosesê, jiber ku, rizgarkirina Mûsilê bo herêma Kurdistanê û ewlekariya herêma Kurdistanê gelek giringe û bo Îraqê hemiyê".

Temamiya hevpeyvîna dengê Amerîka pişka Kurdî li gel ferîq Cebar Yawer encam dayî di fayla deng de ye.

Jebar yawer
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:40 0:00

XS
SM
MD
LG