Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Pêşmerge Rêkxistin û Yekkirina Hêzên 70 û 80 Radigihîne

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl
Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl

Wezîrê Pêşmergeyê Herêma Kurdistanê, Şoreş Îsmaîl, ragihand ku pêvajoya yekxistin û rêkxistina hêzên Pêşmergeyên 70 û 80 bi tevahî hatiye qedandin.

Şoreş Îsmaîl roja Pêncşemê, 10'ê Îlonê 2026'an, di daxuyaniyekê de got ku piştî çend salan xebat û hewldanên berdewam, astengî û pirsgirêkên li ber yekkirina yekeyên 70 û 80 yên Hêzên Pêşmerge hatine derbas kirin.

Li gorî Wezîr hêzên 70 û 80 bi planeke leşkerî û rêbazeke rêkxistî di bin yek fermandarî û kontrolê de hatine rêkxistin.

Daxuyanî herwha dibêje, ku fermandeyên herdu hêzan li herêmên leşkerî bi awayekî fermî dest bi kar kirine.

Wezîrê Pêşmerge ev gav wekî serkeftineke dîrokî binav kir û got ku Herêma Kurdistanê niha ber bi xwedîbûna hêzeke Pêşmerge ya yekgirtî û nûjen ve diçe, ku di bin fermandarîya rasterast a Wezareta Pêşmerge de ye.

Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Pêşmerge rasterast ji alîyê Hêzên Amerîkî û hevpeymanîya navnetewî ve di şerê li dijî Daişê de dihat piştevanîkirin.

Wezîr Îsmaîl sopasîyên xwe arasetî Hikûmet, Serokatîya Herêma Kurdistanê, Amerîka û Hêzên Hevpeymanan dike.

Amerîkayê gelek caran bo bihêzkirin û yekkirina hêzên Pêşmerge hewl daye û şîreta yekkirina hêzan daye partiyên siyasî, hikûmet û serokatîya Herêma Kurdistana Îraqê.

Hêzên Pêşmerge weke hêzeke serbixe li herêma Kurdistanê di desrûra Îraqê de hatîye nivîsandin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG