Lînkên eksesibilîtî

Kremlîn: Hîn Demeke Zelal ji Kongreya Sûrî re Nehatiye Danan


Kremlîn îro Sêşemê radigihîne ku hîn demeke zelal ji Kongreya Gelên Sûrîyê re nehatiye danan, ku ji alîyê Rûsya hatibû pêşnîyar kirin.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov bal kişand ku kongreyeke wiha divê hembêzkar be û heta pêkan be, hemî komên etnîkî û olî tê de cîh bigirin.

Tiştê herî girîng ew e ku kongre bi rekûpêkî were amade kirin û li ser lîsta beşdaran hevbîrîyekê hebe – beşa herî dijwar ya kongrê ev e,” Peskov di preskonferansekê de ji nûçegîhanan re got.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG