Civata Senatoya Amerîkî roja Înîyê Pete Hegseth wek wezîrê berevanî ku berbijarê Serok Donald Trump bû, tevî dijberîya Demokratan û sê Komarîyan di meclîsê de, lê hat pejirandin.
Pejirandina Hegseth yê 45 salî, bi dengên 50-50 bû, lê dengê Cîgirê Serok J.D. Vance bû sedema serketina wî bi dengên 51-50 serket, piştî ku Senator Mitch McConnell ê Kentucky ligel Senator Lisa Murkowski ya Alaska û Susan Collins ji Maine li dijî Hegseth deng da.
Cara duyane ku Cîgirê serok di pejirandina berbijarekî Kabîneyê de dibe dengê biryarder, piştî ku cara yekê di serdema pêşî a Serok Trump (2017-2021) de, dema ku Cîgirê Serok Mike Pence dengê xwe da ku Betsy DeVos wekî Wezîra Perwerdê.
Hegseth leşkerekî dêrîn yê artêşa Amerîkî ye ku wek efserê piyade li Iraq û deverên din kar kiriye, beşdarî rahênanan li Afganistanê bûye, di cihên cuda de di Berevaniya Niştimanî de xizmet kiriye û çendîn xelatên leşkerî wergirtine.
Hegseth pênc pirtûk nivîsandine, di nav de "The War on Warriors", ku di Hezîrana 2024'an de derket û 10 hefte di navnîşa pirtûkên herî zêde hatine firotin di New York Times de ma.
Nêzîkbûn û dostanî di navbera Hegseth û Serok Trump de çêbû, piştî ku gelek caran beşdarî di bernameya (Fox & Friends) de kir, ku Hegseth di kanala Fox News de pêşkeş dikir.
Hegseth dibêje ku ew di sala 2021'an de ji ber hin nêrînên xwe yên taybet yên siyasî û olî ji artêşê derket.
Jêder: Reuters/AFP