Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Endizyarên Kompanyaya Petrola Bakur: Di Serdema Herêmê de Ziyan Gihaye Bîrên Petrolê


Zeviyên Petrolê li Kerkuk
Zeviyên Petrolê li Kerkuk

Serokê Endazyarên pêşketî li kompaniyaya nefta Bakûr radigihîne ku dema Kerkûk di bin kontrola Herêma Kurdistanê de bû, ziyan gihîştiye bîrên petrolê û zêdetir petrol jê hatiye derxistin, lê niha li bîrên petrola Kerkûkê karên cûda yên derxistinê tên kirin.

Serokê endazyarên payebilind yê şîrketa petrola Bakur Ferhad Hamza got, "Dahata petrolê ya Bay Hesen û Havana berê diçû herêmê, lê niha em rojane bi qasî 360 hezar bermîlên petrolê dertînîn û dahatê wê diçe xezîneya hikûmeta Iraqê."

Serokê endazyarên pêşkeftî li kompaniya neftê ya Bakûr diyar kir ku, li gor serdema Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha petrol kêmtir li Kerkûkê tê hilberandin, ji ber ku kompaniya neftê ya bakûr di endazyariya tewaw de kar dike, ta ku "tiştê herêmê dikir, ji hêza wê zêdetir dertanî" û got: "wan zirar daye bîrên petrolê, lê niha em gelek endazyar li ser wan kar dikin", herwiha Ferhad Hemze got:

"Di dema borî de ku bîrên petrola kerkûkê li jêr kontrola herêmê debûn, wan ji 160 heta 170 hezar bermîl petrol ji Bay Hesen dertanîn, lê niha em tenê 120.000 bermîlên petrolê derdixîn jiber ku eger zêdetir derbîxîn, yan gaz yan jî av dê ser keve û ev jî dê zirarê bide bîra petrolê, jiber wê yekê em kêmtir derdixîn da ku bîrên petrolê ziyanê nebînin."

'Piştî sala 2003'an li ser zeviyên petrolê zêdegavî çêbû'' Serokê endezyarên şîrketa petrolê ya bakur têkildarî ziyana jîngeha bajêr û tendirustiya welatiyên got: "Zeviyên petrolê, da ku bîrên petrolê bikevin malan, tevî ku bîrên petrolê yên li malan nayên hilberandin û ji aliyê hawirdorê ve bi bandor nabin jî lê ne qanûnî ye, ku bîrên petrolê di nava malan de hebin."

Di dawiya hevpeyvîna xwe de ligel Dengê Amerîka serokê endazyarên payebilind li Kompaniya Petrola Bakur, li ser kêşeya vê dawiyê ya di navbera Herêm Kurdistanê û Bexdayê de li ser petrola Kerkûkê û bi destxistina bîrên petrolê hevdû tawanbar kir û got: "Bîra petrolê ya ku ketî ser sînorê Pêşmergeyan hatiye terkkirin û ti hilberîna wê tune ye, lê me xwest em test bikin."

XS
SM
MD
LG