Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Chevron û Îraq Peymanên Petrolê Îmze Dikin

Kombûna Serokwezîrê Îraqê Elî el Zeydî ligel kompanîya Chevron li Teksasê.
Kombûna Serokwezîrê Îraqê Elî el Zeydî ligel kompanîya Chevron li Teksasê.

Serokwezîrê Îraqê Elî el Zeydî îro Pêncşemê di çarçoveya serdana xwe ya Amerîkayê de ligel karbidestên kompanîya enerjîyê ya Amerîkî Chevron kom bû.

Karbidestekî payebilind ê Chevron ragihand ku Chevron dê roja Înê bi hikûmeta Îraqê re peymanên bazirganî îmze bike.

Bi van peymanan, Chevron dê karê xwe yê li zevîyên petrolê yên Rojavayê Qurna 2 û Nasirîya pêş bixe.

Karbidestî herwiha diyar kir ku ew li rêyên nû yên borîyan digerin da ku petrola Îraqê bêyî Tengava Hormuzê bişînin derve

Zeydî îro Pêncşemê serdana navenda Chevron a li bajarê Houston ê Teksasê kir. Ew ji bo geşteke pênc rojî li Amerîkayê ye û roja Sêşemê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re jî civîya.

This item is part of
XS
SM
MD
LG