Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kurdistana Careke din Dest bi Firotina Pertola Xav Dike


Karkerekî Kurd li qada neftê ya li Tawke xuya dibe
Karkerekî Kurd li qada neftê ya li Tawke xuya dibe
Herêma Kurdistana Îraqê careke din dest bi derfirotina pertola xav bi rêya borîya pertolê ya hikûmet navendî dike, piştî ku çar mehan jibo nedana pereyan hatibû rawestandin.

Wezîrê Derametên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî roja Çarşemê got, karê derfirotinê Sêşemê destpê kir û tê plan kirin ku di rojên pêş de 100 hezar bermîlên petrolê werin derxistin. Birêz Hawramî bêtir zanîn di vê derbarê de neda.

Di sala 2011’an de rêkeftineke demkî navbera hikûmeta herêmê û ya navendî hate îmze kirin. Ew peyman rê dida Kurdan ku nefta xav bişîne Bexdayê û paşê bifroşe.

Li gorî rêkeftinê her alîyek 50 ji sedî qezencan werdigire. Lê, şandina petrolê meha Nîsana borî ji alîyê Kurdan ve hatibû sekinandin, piştî îdîayên wan ku Bexda pere ji wan re nedişand.

Kurd û Bexda li ser mafê herêmê ya derxistin û firotina çavkanî û derametan di arîşeyeke demdirêj de ne.
XS
SM
MD
LG