Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûnên Li Portland Kesek Hat Kuştin


Protestoyên Portland li Amerîka,
Protestoyên Portland li Amerîka,

Li bajarê Portland ya eyaleta Oregon ya Amerîka, evara Şemîyê, di pevçûnên navbera alîgirên Serok Donald Trump û endamên tevgera "Jiyana Reşan Girînge " de, kesek hat kuştin.

Nayê zanîn û ne zelal e ku bûyer di dema xwepêşander û konvoya nêzîkê bi 600 maşînayan di kolanên bajêr de rû bi rû mane de, pêk hatiye an na.

Lê, nûçegihanê Associated Press, ku bûyeran dişopîne, ragihand ku wî dengê 3 guleyan bihîstîye û piştre çavdêrî kirîye ku polîs û bijîşkan mudaxeleyî laşê zilamek spî kir ku li erdê dirêj kirî ye.

Herwiha nûçegihan got ku, li serê zilam kumeke bi nîşanên Patriot Prayer hebû, komek rastgir ya ku endamên wê di demên berê de gelek caran bi xwepêşanderan re li Portland re şêr dikirin.

Polîsê bajar bi daxuyanîyeke ragijand ku konvoya alîgirên Donald Trump li dora 8:30'an ji heremê derketiye, û polîsan di nezî 8:46 'an de dengê guleyan bihîstine, û di nava yek deqiqeyê de gihîştinê cihê teqînê, lê dema ew gihabûn ciyê bûyerê, zilamê ku hatiye gulebarankirin jiyana xwe hinda kirîbû.

Nasnameya zilam hîn nehatiye eşkere kirin û kesê ku erîş kiriye jî nayê zanîn. Karbidest jibo bêtir belgeyan lêkollînan didomînin.

Li Portland ji sê mehan zêdetir e, ji kuştina George Floyd ji hêla polîsan û vir ve, protestoyên şevê tên encam dan.

Polîsan di bûyerên ku doh êvarê pêk hat de, bi sedan kes binçav kirin. Polîs ji gel xwest ku ji navenda bajêr ku bûyer lê diqewimîn dûr bibin.

Komên ku piştgiriyê didin serok Donald Trump li Portland, ev 3 hefte ne bi meşîneyan konvoyên dirêj pêk tînin.

Danê sibêya roja Şemîyê jî, ew konvoy li derveyî bajarê Portland kom bû û berbi navenda bajêr ve derketin rê. Dema ku konvoy nêzî navenda bajêr bû, koma ku tundûtûjiya polîsan protesto kir hewl da ku konvoyê rawestîne.

Di vê navberê de, hat dîtin ku xwepêşanderan gelek tiştên cûda diavêtin ser wesayîtên konvoyê û kesên di konvoyê de jî bi gaza îsotê û guleyên plastîk bersîvdana xwepêşanderan didan.

Di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê Twîtterê yê polîsê Portland hate weşandin de, pevçûnên di navbera her du alîyan de hat piştrast kirin, di heman demê de hate diyarkirin ku, polîsan gelek kes binçav kirine.

Bi gelemperî di protestoyên "Jiyana Reşan Girînge " de polîs û avahiyên hikûmetê têne armanc kirin.

Tundîtûjîya polîsan protesto dikin û daxwaz dikin ku budceya polîsan were kêm kirin.

Komek ji xwepêşanderan roja Şemiyê serê sibê jî li ber avahîya polîsan agir hildan . Hat dîtin ku xwepêşanderan deriyê hewşa avahiya Hêza Polîsê Portland ji holê rakirine û avêtin nav agir.

XS
SM
MD
LG