Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piranîya Hemwelatîyên Tirkîyê Piştgirîya Pêvajoya Aştîyê Dikin


Pêvajoya Aştîyê ku li Tirkîyê li ser bingeha çekdanîna serhildayên Kurd û çareserkirina pirsa Kurd hatiye destpê kirin, bi nîqaş û nirxandinên cuda pêşve diçe.

Cîgirê Serokê Giştî û Peyîvdarê AKP’ê Huseyîn Çelîk, roja Çarşemê di civîneke rojnamevanî de, hem ji opozîsyonê hem jî ji medyayê xwest ku piştgirîyeke xurt bidin pêvajoyê.

Birêz Çelîk dibêje, "Rawestandina xun û rondikan, rênedana mirina xortan ne tenê mesela Recep Tayyîp Erdogan e, lê problema hemî 76 mîlyon hemwelatîyên Tirkîyê ye."

Cîgira Serokê Gruba BDP’ê li parlamanê, Pervîn Buldan ji zarê rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radigihîne ku "divê CHP jî beşdarîya komîsyonê bike. Ku piştgirîya pêvajoyê neke û li derveyê wê bimîne, hîngê dawî li hebûna xwe bîne."

Parlamantara Stenbolê ya BDP’ê Sebahat Tuncel jî dibêje, ‘Divê Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu bi berpirsî tevbigere û endamên xwe bişîne komîsyonê. Bila ew nîşanî me bide ku li ser maf û azadîyên 20 mîlyon Kurdan çi difikire.’

Hevdem, endamên Komîsyona Aqilmendan jî dema ev nîqaş berdewam in bajar bi bajar gera xwe ya jibo guhdarîkirina gel û behskirina pêvajoyê didomînin.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di civîna ku bi parlamantarên partîya xwe yên Stenbolê re pêk anî de, encamên dawî yên pirsnameyên civakî jî eşkere kir.

Birêz Erdogan dide zanîn ku piştgirîya pêvajoyê di nav gel de ji sedî 57’an giheştiye % 70.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG