Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûn jibo Sûrîyê li Libnanê Berdewam e


Karbidestên Libnanî dibêjin di pevçûnên navbera piştgir û dijberên Serokê Sûrîyê Beşar el-Esed de li bajarê Terablus li bakurê Libnanê, kesek hate kuştin û bi kêmanî pênc birîndar bûn.

Karbidest dibêjin teqîna tifingan destpêka roja Şemîyê destpê kir.

Çekdarên ji devera Cebel Mohsen, ku wekî navenda Elewîyên Libnanên ye yên piştgirîya serokê Sûrîyê dikin, di hefteyên borî de li dijî rûniştvanên devera Bab el-Tebanê ketine şer, ku ew jî Misilmanên Sunne ne û piştgirîya opozisyona Sûrî dikin.

Li alîyekî din ve, malpereke hikûmeta Amerîkî radigihîne ku belgeyên wêneyî hene ku têde gorên bi komî û êrîşên ser deverên sivîlan ji alîyê hêzên hikûmeta Sûrîyê eşkere dikin.

Malpera www.humanrights.org ku ji alîyê Wezareta Derve ya Amerîkî tê birêve birin, roja Înê wêneyên satellite weşand.

Di komkujîya Hûlê ya 25ê Gulanê de, bêtirî 100 kesî hatin kuştin ku nîvê wan zarok bûn. Ev kuştin torebûn û nerazîbûneke tund xiste nav civaka navnetewî ku hin diplomatan banga hevpeymanîyeke navnetewî kirin jibo rahiştina Serokê Sûrîyê Beşar el-Esed ji ser desthilatê.

Balyozê Amerîka bo Sûrîyê, Robert Ford got, komkujîya Hûlê tewana herî eşkere bû ya rejîma Sûrîyê heta vê gavê.

XS
SM
MD
LG