Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundî û Pevçûn li Tirkîyê Berdewam Dikin


Şervanên Kurd li stana Şirnexê ya başûr rojhilatê welêt teqe li helîkoptereke leşkerî kirin. Di encamê de leşkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû, li gorî ku artêşa ragihand.

Her li Şirnexê, ajansa Dogan ya nûçeyan ragihand ku 4 leşker hatin kuştin piştî ku trimbêla wan ya leşkerî bi bombeyeke li rex rê bû armanc.

Ev êrîş di demekê de tên ku tundûtûjiya di navbera şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiyê de gihiştiye asteke bilind.

Her îro Duşemê Konsulxaneya Amerîkî ya li Stenbolê rastî êrîşeke çekdarî hat, lê kesek birîndar nebû.

Hate ragihandin ku êrîş ji alîyê du kesan ve hate kirin û ew piştî bersîvdana polîsan ji cîhê bûyerê revîne.

Medya Tirk ragihand ku yek ji êrîşvanan jin bû û ew dû re ji alîyê polîsan ve hate desteser kirin.

Berî wê êrîşê, polîsxaneyeke Stenbolê rastî êrîşeke çekdarî hatibû û 3 ji wan polîs, 10 kes di êrîşê de birîndar bûbûn.

Ajansa Anadolu ya dewletê ragihand ku “terorîstan” ew êrîş pêk anî.

XS
SM
MD
LG