Peykerê Azadî yê Amerîka, sembola hêvî yê jibo penaberên ku bigehne bajarê New York, roja Înê bû 125 salî. Di şahîyê de, welatîyên nû yên Amerîkî beşdar bûn û helbestek dîrokî hat xwandin û yaryên agirî hatin rêkxistin.
Her wisa kekek gelek mezin ya kesk ji wêna peykerî bi xwe hat danan.
Wezîrê Navxwe yê Amerîka Ken Salazar gotarek xwend û xêrhatina 125 mişextan kir ku li wê şahîyê sond xwarin.