Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tehran Dibêje di Danûstandinên Peymana Navokî de Pêşketin Çêbûne


Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku di danûstandinên navokî de pêşdeçûn çêbûne.

Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Said Katipzade dîyar kir ku tevî pêşketinan jî hin mijarên divê ew ser biaxifin hene.

Îran û welatên ku di sala 2015’an de peymana navokî îmza kirine, ji Nîsanê vir ve li Vîyana ya Avusturya bo Amerîka vegere peymanê û Îran jî li gor şertan tevbigere, danûstandinan dikin.

Said Katipzade bi preskonferansekê da zanîn ku divê ew nelezînin û dîyar kir ku hîn mijarên sereke mane.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump, Washington ji peymana navokî vekişandibû, dijî Îranê toleyên nû ragihandibûn û li ser vê yekê Tehranê dest bi zêdekirina stoka uranyumê kiribû.

Serok Joe Biden dîyar kiribû ku ew dixwazin ku Amerîka vegere peymana navokî û ji Îranê xwestibû ku li gor peymanê tevbigere.

Katipzade di preskonferansê de dîyar kir ku divê Washington dawî li hemî toleyên dijî wan bîne ku ew jî vegerin ser şertê peymana navokî.

XS
SM
MD
LG