Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Foza Yûsif: Peymana Civakî ya Nû Dikare Bibe Nexşerêya Çereserîyê li Sûrîyê


Meclîsa Giştî ya Rêvebirîya Xweser Peymana Civakî ya nû ya herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê pejirand.

Peymana Civakî ji pêşek û 134 xalên wek Prensîpên Bingehîn, Maf û Azadîyên Serekî, Sîstema Civakî û Rêgezên Giştî pêk tê.

Li gor Peymana Civakî ya nû, navê rêvebirîyê hatiye guhertin û bûye Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk li Herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê ku yek herêm e û ji 7 kantonan pêk tê.

Foza Yûsif, endama Komîteya Amadekirina Peyama Civakî û Endama Desteya Hevseroktîya Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) dibêje ku komîteya amedekirina Peymana Civakî ji nîvê sala 2021ê de ji 158 kesan ji hemû pêkhateyên netewî û olî yên li herêmê hatibû damezrandin.

“Jiber rewşa ewlehî û leşkerî li herêmê referandum jibo erêkirina Peymana Civakî çênebû, loma komîteya amadekirinê civîn û hevdîtin bi hemû beşên civakê re li hemû kantonan pêk anîn û nêrînên gel berhev kirin û li ser vê bingehê Peymana Civakî hate nivîsîn û Meclîsa Giştî jî erê kir.”

Yûsif dide zanîn ku jiber guhertinên piştî rizgarkirina herêmên weke Reqa, Minbic û Dêrezorê ji DAIŞê çêbûne, Peymana Civakî ya berê êdî ne li gor pêdivî û rewşa herêmê bû.

“Di vê Peymana Civakî de her 7 kanton wê xebatên xwe wek hev rêxistin bikin, herwiha meclîsên gelan pirtir çalak dibin û erk û rola wan firehtir dibe û sazîyên civaka sivîl jî bi awayekî aktîf di navenda biryarê de cîh digirin”.

Yûsif herwiha radigihîne ku ger rewşeke awarte dernekeve, plan heye ku di dema pêş de hilbijartin werin darxistin.

“Çaverê ye ku Meclîsa Gelan ya Demokratîk (Meclîsa Giştî) derheqa lidarxistina hilbijartinan û çawanîya xistina Peymana Civakî di pratîkê de birayrê bide. Sazîyên Peymanê çiqas zû werin danîn, ewqas baştir be”.

Yûsif bal dikşîne ku di nava Peymana Civakî de babetên teybet bi jinê cîhekê berfireh digirin.

“Sîstema hevseroktîyê hatiye parastin û rêjeya ji %50 jibo jinan di hemû sazîyan de tê dayîn. Di vê Peymanê de Meclîsa Jinan weke Parlamantoya Jinan tê bi nav kirin û ew bi dengê jinan li Bakur û Rojhilata Sûrîyê tê hilbijaritin”.

Yûsif herwiha bawer dike ku Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê dikare bibe nexşerêyeke pratîkî jibo çareserîyê li tevahîya Sûrîyê.

“Di Peymana Civakî de hatiye dîyar kirin ku ger gelên Sûrîyê li ser destûreke demokratîk li hev bikin, lêveger di vê Peymanê de pêkan e. Me rê vekirî hiştîye û em jibo dîyalogeke Sûrî giştî jibo destûreke demokratîk amade ne.”

Kerem kin tevahîya vê hevpeyvînê guhdar bikin.

NR_12_14_2023_Foza Yusif_Peymana Civaki
please wait

No media source currently available

0:00 0:14:30 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG