Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koordînatorê Danûstandinên Peymana Navokî yê YE Serdana Îranê Dike


Nûnerê Yekîtîya Ewrupa (YE) Enrique Mora yê bo vejandina peymana navokî ya bi Îranê re

Wezareta karên derve ya Îranê roja Sêşemê dîyar kir ku nûnerê Yekîtîya Ewrupa (YE) Enrique Mora, wê roja Pêncşemê serdana Tehranê bike.

Enrique Mora, danûstandinên li ser vejandina peymana navokî ya bi Îranê koordîne dike.

Hevdem, serdan dema ku bo jinûve destpêkirina danûstandinên rawestandin, hîn dîrokek nehatiye destnîşankirin, tê kirin.

Berdevikê wezaretê Seîd Xetîbzade ji medya dewleta Îranê re dîyar kir ku "serdana Mora piştî şêwirmendîyên di navbera her du alîyan li ser mijarên berjewendîya hevbeş, tevî peywendîyên Îran û YE , Afganistan û her wiha peymana navokî de, pêk tê. "

Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyîn Amirabdollahian roja Şemîyê gotibû ku fîkara sereke ya îranê ser danûstandinên vejandina peymanê, dê ser awayên piştrastkirina rakirina toleyên Amerîkî be.

Serokê wê demê Donald Trump di 2018'de Amerîka ji peymanê vekişandibû û dijî Îranê toleyên nû yên tund ragihand.

Danûstandinên di navbera her du welatan de di 20'ê Hezîranê de hat rawestandin piştî ku li Îranê Îbrahîm Reîsî bû serokkomar.

XS
SM
MD
LG