Polisêt Îranê peyvdarê Komeleka Mafêt Mirovan girt bi tawana berevaniyê li Îranîyêt kû rexne girt bu li sê dare dana xebatkarêt hevrik yêt Kurd vê domahiyê.
Rojnamevanek li Îranê kû nexast navî bihête belav kirin gote Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka kû polîsan roja Heynî li herêma Kurdistana Îranê, Îclal Qwamî girt. Qwamî peyvdarê Rêkxistîya Mafêt Mirovan ya Kurdistanê ye.
Serê vê mehê Îranê ragehand kû 5 xebatkarêt hevrik li sê dare da bun kû çar li wan Kurd bun.
Ajansa peyaman ya dewleta Îranê IRNA got her çar xebatkarêt Kurd ser bi komeleka serhelda ya Kurdî PJAK bun kû ji layê Tehranê ve bi rêkxistîyeka tirorîst di hête nasîn. IRNA got kesê pêncê endamê komeleka padşahî xaz kû hat bu tawanbar kirin bi peqîneka bi xwîn li sala 2008.
Li sê dare dana wan 5 kesan bu egera ne razî buna rêkxistiyêt mafêt mirovan. Rêkxistîya Lêxweşbuna Mafêt mirovan Amnesty International got zorî li sê ji wan xebatkaran hatbu kirin da şahidyê biden.
Komelêt hevrik li Îranê dibêjin xelkê Harêma Kurdistana Îranê grêveka giştî girtîye li dijî li sê daredana wan 5 xebatkaran.