Serokê Îranê Mesud Pizîşkîyan îro Duşemê got ger Amerîka bi ‘’pratîk’’ê nîşan bide ku ew ne dijminê Tehranê ye ew dikarin bi Washingtonê re danûstandinên rastexwe bikin.
Pizîşkîyan di preskonferanseke ser pirsa rojnamevanekî ya jinûve geşkirina peymana navokî ya sala 2015’an got ku ew dikarin bi Amerîka re danûstandinên rastexwe bikin.
‘’Li hember Amerîka ti helwesteke me ya dijminane tuneye. Ew jî divê di pratîkê de nîyetên xwe yên rind nîşan bidin û dawî li dijminîya li hember me bînin.’’
Wî bi berdewamî got ku ew bi Amerîkîyan re bira ne.
Serokê berê yê Amerîka Donald Trump gotibû ku wan zêde tişt dane Îranê, sala 2018’an Washington ji peymanê vekişandibû û dijî Tehranê toleyên nû ragihandibûn ku wê jî sînorên peymana navokî qonax bi qonax binpê kiribûn.
Serokê Amerîka Joe Biden, sala 2021’an dema dest bi kar kir jibo jinûve geşkirina peymana navokî hewil da danûstandinan bike.
Tehranê wê demê danûstandina rastexwe ya bi Washingtonê re red kir û hewil da bi piranî bi navbeynkarîya karbidestên Ereb û Ewrupî ser peymanê bide û bistîne.
Jêder: Reuters