Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pfizer Dibêje Vaksîna Wê ya Dijî Koronayê bo Zarokên 5-11 Salî jî bi Bandor E


Wêne: AP
Wêne: AP

Pfizer îro Duşemê got ku vaksîna wê ya li dijî COVID-19 jibo zarokên di navbera 5 û 11 salî de jî bi bandor e û ewê êdî destûrê ji hikûmeta Amerîkî wergire ku zarokên di vî temenî de karibin vaksînê bistînin.

Vaksîna ku Pfizer û hevpara xwe ya Alman BioNTech çêkiriye, bo kesên 12 salî û mezintir peyda dibe.

Lê, bi vegera zarokên bo xwendinê û belavbûna cureya vîrusa koronayê ya bi navê delta ku gelek zarok pê ketine, dê û bav li hêvîyê ne ku zarokên wan yên biçûk jî werin vaksîn kirin.

Pfizer rêjeyeke kêmtir ya vaksînê ji bo zarokên temenê xwendingeha serekî test kir. Lê tevî wiha jî, Dr. Bill Gruber, cîgirê serokê Pfizer got ku piştî vaksîna duyê, zarokên 5 heta 11 salî asteke xurt ya karîna şerê vîrusê wekî ya li cem sîpe û kesên genc peyda kir.

Gruber herwiha da zanîn ku rêjeya vaksînê jibo zarokan piştrast kiriye ku ewle ye û kartêkirinên wê yên saxlemî yan wekî yan jî kêmtir in ji yên ku sîpe rastî wan tên, wekî mînak: êşa milan û ta.

Berpirsê Pfizer, ku herwiha doktorê zarokan e, got ku her du fîrme dê heta dawîya vê mehê daxwazê ji Rêvebirîya Xwarin û Dermanan li Amerîka (FDA) bike ku bikaranîna awarte ya vaksînê ji bo zarokên navbera 5 û 11 salî erê bike.

"Emê herwisa daxwazê ji desthilatên saxlemîyê li Ewrupa û Brîtanya bikin ku ev vaksîn ji bo zarokên wir jî were bikar anîn," Gruber bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG