Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pfizer Dibêje Doza Sêyan ya Vaksînê % 95 Berevanîyê Çêdike


BioNTech û Pfizerê ragihandin ku vaksîna vîrusa korona ya wan bi hev re çêkiriye di doza sêyan de 95 ji sedê berevanîyê çêdike.

Her du kompanîyan dîyar kirin ku wan doza sêyan li ser 10 kesan ceribandine û wan ti zarareke ku fikarê çêdike, nedîtîye.

Li gor daxuyanîya kompanîyan, lêkolîn dema cureya Delta berbelav bûye, li ser kesên ku berê du doz vaksîn li xwe xistine hatiye kirin.

Temenê kesên bo lêkolînê vaksîn li xwe xistine kêmzêdeyî 53’yan bûye û doza sêyan 11 mehan piştî karanîna doza duduyan hatiye karanîn.

CEO’yê BioNTech’ê Ugur Şahîn dîyar kir kubi encamên lêkolînê wan hin agahîyên din bi dest xistine û ew raber dikin ku doza sêyan rê li ber belavbûna vîrusa korona digire.

XS
SM
MD
LG