Kompanîya Pfizer îro Çarşemê ragihand ku encamên herî nû yên asta dawîn ya ceribandina vaksîna (derzi) COVID-19 bi rêjeya % 95 bandorbûnê nîşan daye.
Daxuyanîya Pfizerê dîyar kir ku niha pêzanînê dataya ewlehîyê ya du mehên pêdivî berdest e ku ew bikaribe di nav şend rojan de serlêdana destûra awarte ji hikûmeta Amerîkî bike.
Ragihandina dawî ya Pfizer, hefteyekê piştî daxuyanîya pêşîn tê ku hîngê encamên ceribandinê pirtir ji % 90 rêjeya bandorbûnê nîşan dabûn.
Kompanîya Moderna jî roja Yekşemê encamên pêşîn yên ceribandina vaksîna xwe ya dijî COVID-19 weşandibû û bi heman asta bilind ya bandorbûnê nîşan dabû.