Navenda Erdhejnasiyê ya Ewrupa û Derya Sipî (EMSC) îro Şemîyê ragihand ku li Mindanao ya Fîlîpînê erdhêjek bi mezinahîya 7.5 rû daye.
Navendê dîyar kir ku erdhêj di kûrahîya 63 km de çêbûye û tê çaverêkirin ku li Fîlîpîn û Japonê di demek kurt de tsunamî rû bidin.
Ajansa Erdhêjnasiyê ya Fîlîpînê (PHIVOLCS) jî eşkere kir ku pêlên tsunamîyê dikarin nîvê şevê bi dema xwecihî dest pê bikin û bi saetan berdewam bikin.
Televîzyona Japonê NHK jî ragihand ku li bendê ye pêlên tsunamîyê qasî metreyekê bilind bibin û wê piçek dereng piştî nîvê şeva îro bigehêjin beravên rojavayê Japonya.
Navenda Lêkolînên Jeografîk ya Amerîkayê erdhej wek bi hêza 7.6 û 32 km di bin erdê de ragihand û dîyar kir ku erdhej di saet 10:37’ê (14:37 GMT) şevê de pêk hatiye.
Çavkanî: Reuters