Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Arşîva Picasso Êdî ser Înternetê Berdest Dibe


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Muzexaneya Picasso li Parîsê roja Duşemê portaleke ser înternetê vekir, tê de bi deh hezaran wêne, karê hunerî û gelek kelûpelên din yên şêwekarê navdar berdest dibin.

Portala dijîtal dê arşîva berfireh ya muzexaneyê jibo hezkeran berdest bike.

Di nav de 19 hezar wêne, gelek kelûperên naveroka arşîvê berî niha ji alîyê xelkê ve nehatine nedîtin. Muzexaneyê da zanîn ku di salên pêş de ewê dora 200 hezar tekstên ji kargehên Picasso jibo vê portalê werin berdestkirin.

Picasso sala 1881’ê li Îspanyayê ji dayik bû û piranîya jiyana xwe li Fransayê qedand. Ew sala 1973’an li wir mir. Malbata hunermendê şêwekar sala 1992’an arşîva wî bi tevahî da destê dewleta Fransî.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG