Leşkerîya Amerîka îro Înê ragihand ku qamyonan dest bi gihandina alîkarîyên jibo Gaza kirine, cara ewil bi rêya benderek demkî ku bi bendera Gazave hatiye girêdan û Amerîkayê çekirîye.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) bi daxuyanîyeke li ser X’ ê dîyar kir ku qamyonan bi dema herêmî dora seat 9’ê sibeha îro dest bi gihandina alîkarîyan jin ava Gaza re kirine.
"Ev hewlek berdewam û pirneteweyî ye, jibo gihandina alîkarîyên zêdetir ji sivîlên Filistînî yên li Gaza re, bi rêka korîdora deryayî ya ku bi tevahî mirovahî ye," wê got.
CENTCOM’ê hevdem destnîşan kir ku "ti leşkerên Amerîkî derbazî nava Gazayê nebûne".
Leşkerîya Amerîka got ku di rojên pêş de li bende ye ku dora 500 ton alîkarî bigihêje Gaza ya dorpêçkirî ya Filîstînê, ku Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî dide ku rûbirûyê xelayê ye.
Bendera demkî ya ku di avê dedikare were tevgerandin, li bendera Aşdodê ya Îsraîlê hat monte kirin û roja Pêncşemê li berava Gazayê, ku binesazîya benderê ji xwe ne xurt e, hat girêdan.
Alîkarî ji Qibrisê, endamê herî li rojhilat yê YE tên şandin,ku derdora 360 kîlometreyan dûrî Gaza ye,
Cîgirê berdevikê NY Ferhan Heq îro ragihand ku rexistina wî piştî gotûbêjên çend mehan, bi şert razî bûye ku piştgirîya hevrezîya gihandin û belavkirina vê operasyona alîkarîyan bike ku ji ser vê bendera demkî têne kirin.
"Bi şertê ku rêzê li bêalîbûn û serxwebûna operasyonên mirovî were girtin," Heq got.
Wî herwiha dîyar ku gihandina alîkarîyan bi rêya bejahî ku bi bendera demkî hatiye ava kirin, jibo 2.3 mîlyon mirovên li Gaza rêka "herî guncaw, bibandor û bikêr" e.
Lê ofîsa ragihandinê ya hikûmeta Hamasê ya li Gaza, Amerîka tawanbar kir ku bi benderê "hewl dide ku wêneyê xwe yê xirab baştir bike" .
Hamasê ragihand ku bendera Amerîka têra hewcedarîyên mirovahî nake û daxwaza Gaza bi rêya bejayî şandina alîkarîyên zêdetir jibo Gaza kir.
"Em dagirkerîya Îsraîlê û rêvebirîya Amerîkayê ji siyaseta bi qestî û bi plankirî ya birçîbûn û dorpêçkirina dijî gelê me yê bêçek yê Filîstînî li Gazayê berpirsîyar dibînin," Hamasê got.
Jêder: Reuters,