Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Brîtanî, Piştî Bûyera Kêrkirinê li Pira Londonê Teqe li Zilamekî Kir


Jêderên ewlekarî yên Brîtanî ji Reutersê re ragihand ku polîsan teqe li zilamekî kir, piştî ku ew kes li ser Pira Londonê tûşî bûyera kêrkirinê bûye.

Jêderan dîyar kir ku bi bawerîya wan zilamek bû armanca êrîşeke bi kêrê û polîsan bi sîlahan li kesê berguman xist.

“Polîsan di demjimêr 1:58’ê paşnîvro de, ji bûyereke nêzî Pira Londonê hatin bang kirin. Kesek ji alîyê polîsan ve hate desteser kirin. Em bawer dikin ku jimareke kes birîndar bûne,” daxuyanîya nivîskî ya polîsan ragihand.

Televîzona Sky News got ku kesê berguman bi guleyan hatiye kuştin, lê Reutersê got ku wê nekarîye ew yek piştrast bikira.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson jî spasîya polîsan kir ku demûdest xwe gîhandine cîhê bûyerê û got ku ew li ser bûyerê bi berdewamî tê agahdar kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di Hezîrana 2017’an de 3 mîlîtan bi trombîlekê êrîş biribûn ser pêyayan û êrîş biribûn ser kesên derdorê û 8 kes kuştibûn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG