Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama û Hevrikê wî yê Komarî Romney Îro li Eyaleta Virgina ne


Her du Serok Barack Obama û hevrikê wî yê Komarî Mitt Romney îro Pêncşemê berê xwe didine li eyaleta Virginia ku yek jî wîlayetên destguhertok (swing states) e û di encama hilbijrtinên seroktîyê de wê roleke girîng bilîze.

Serok Obama îro kempeyna xwe li bajarê Virgina Beach ya ber daryeyê didomîne, dema berbijarê Komarî Romney jî di bernameyekê li nêzîkî paytaxt Washingtonê axaftinekê bike.

Pirsnameyên civakî nîşan didin ku li eyaleta Virgina birêz Obama bi ferqeke biçûk li pêş li pêş rêzar Romney e.

Barack Obama yê Demokrat herwiha li çend wîlayetên destguhertok ku di dîyarkirina encama hnilbijartinê de pir girîng in, li pêş Romney ê Komarî xwane dibe.

Di pirsnameyeke dawî de ku roja Çarşemê hate weşandin, Barack Obama li wîlayeta Ohio bi 53 ji 43 ji sedê û li Florîda bi 53 ji 44 ji sedê li pêş Mitt Romney e.
XS
SM
MD
LG