Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd di Pitûkekê de


Pirtûka Cilûbergên Kurdî ji Weşana Nubihar
Pirtûka Cilûbergên Kurdî ji Weşana Nubihar

Kataloga bi navê "Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd" ji alîyê lêkolîner û nivîskar Nevîn Reşan Gungor ve hat amadekirin û ev pirtûk ji alîyê Weşanên Nûbihar'ê ve jî hat weşandin.

Gungor nêzîkî 20 salan li ser vê berhemê xebitiye û agahîyên ku di pirtûkê de cih digirin li gorî arşîva şexsî, muzexane û ji çavkaniyên cur bi cur hatiye nivîsîn û xîzkirin.

Di naveroka berhemê de jî sernavên cilûberg, kofî, aksesûar û xişr, gore û sol, nîgarên destî yên li ser qumaşan, makîneyên tevnê û amûrên destî û ji qalibên cilan pêk tê.

Nivîskar Nevîn Reşan Gungor
Nivîskar Nevîn Reşan Gungor

Nivîskar Gungor di vê berhema xwe de armanca lêkolîn û sedemên herî girîng a vên xebatê wiha tîne ziman.

"Jiber statuya polîtîk a Kurdan wekî hemî qadan li ser çand, huner û zimanê Kurdî jî polîtîkayên asîmîle kirine hene. Jiber vê yekê jî armanca min ewê ku ez jî di qada xwe de cilûbergên gelêrî yên jinên Kurd tomar bikim, ji wendabûn û talankirinê xelas bikim û bi vî awayî jî mîrasa qedîm li ser pîya bihêlim û bigihînim siberojê." Wê got.

Gungor bi berdewamî jî balkişand ser girîngîya cîhê cîlûbergan li ser netewan û ew dibêje ku cîlûberg piştî demekê êdî dibe malê civakê û temsîlîyeta nasnameya netewan e.

"Jibo hebûna netewan wekî çand, huner, aborî, ziman, cilûberg jî dewlemendîya çandî ya netewan e.Ev xebat wê hem jibo modaya cîhanêhem jî jibo şano, sinema, muzîka Kurdan hwd. jî werin bikaranîn û xizmetê jibo vê yekê bike."

Gungor niha jî bi vê bi vê berhemê ve girêdayî dixwaze ku pêşangeh û bi amadekirina koleksîyonekî ji vê berhemê jî defîleyan çêke.

Raporta Enqerê 13 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:19 0:00

XS
SM
MD
LG