Du nivîskarên Kurd Rêbwar Sêweylî û Marof Hesen bi navnîşana 'Kurd Û Korona' pirtûek çapkirîye û daye weşandin, ev pirtûk bo xwendekarên pişka komelnasî li kolîja zanistên mirovatî li zanîngeha Duhok hat pêşkeş kirin û aliyên pirtûkê û naveroka wê û armanc ji çapkirin û afirandina pirtûkek bi vî awayî hat behis kirin.
Di pirtûkê de nivîskaran aliyên jîyana Kurdan ya siyasî, civakî, bbur û tendiurstî behis kirin, li ser wan aliyan bi giringî rawestiyane, zêdebarî nêrînên hizmendên cîhanî yên derbarê Covid-19 da, di pirtûkê de hatin behis kirin û şirpvek irin, herwiha bal kişandiye ser metirsî û xweparastina ji wê pandemiya ku li seranserî cîhanê bûye sedema mirina milyonan kesan û hêjî pêlên wê yên nû dom dikin.
Koronayê li seranserî cîhanê mirovatî xiste di rewşeke metirsîdar da.
Pirtûk bo mirovê Kurd û komelgeha Kurdî hatîye nivêsîn kanê dê çawan xwe ji her krîzeke weha demûdest rizgar bikin û dê çawan bi kêmtirîn qurbanî jê rizgar bibin.
Lêkoler û nivîskarê kurd Rêbwar Sêweylî behsa wan pirtûkan kir yên ku bîrmend û zanayên cîhanî li ser Covid-19 weşandîn û got "me bîr li wê çendê kir ku em jî weke lêkolerên Kurd nêrîn û hizrên xwe di pirtûkekê da bidîn xweyakirin û serederî û rênimayên hikûmeta herêmê derxistin û biryar dane li ser rawestîn".
Lêkoler Marof Hesen jî, da dîyarkirin û got "dema me temaşe kirî di komelgayê me da çend xwandin bo koronayê hene hind dibêjin ev pandemiya welatekî çêkirîye li beramber welatek din, yan eve planeke siyasî ya welatên hêzdarin ku îroke di cîhanê de serdestin ji bo armancekê ev hatiye kirin".
Hêjay gotinêye ev renge panel û semîner û pirtûk bo civaka Kurdî di giringin, ji bo ku di paşerojê da sûd jê bihê wergirtin û di qonaxên sext û krîzên dijwar da zûtir hişyar bibin û amadekariyên pêşwext bihên encam dan da ku bi kêmtirîn qurbanî û zehemtî jê rizgar bibin.