Breaking News

Piştevanên Wikileaks Bizavên xwe Xûrtir Dikin

Piştevanên damezrenêrê Wikileaks Julian Assange li ber Dadgeha Magistrates ya bajarê Westminster ya li Londonê kom bûne. Sêşem, Berfanbar 7, 2010
Piştevanên damezrenêrê Wikileaks Julian Assange li ber Dadgeha Magistrates ya bajarê Westminster ya li Londonê kom bûne. Sêşem, Berfanbar 7, 2010

Êrîşvanên înternetî ango hacker’ên ku piştgirîya malpera Wikileaks dikin, şerê xwe yê dijî kompanîyên PayPal û Amazon berfirehtir kir. Hackeran ew du kompanya bi dijbêrîya azadîya pêzanînê li ser înternetê tawanbar dikin.

Gruba hacker’ê ya bi navê “Anonymous” bi rêya malpera Twitter daxwaz ji piştevanên xwe kir ku nerazîbûna xwe nîşan bidin, li dijî PayPal û Amazon.

Tê ragihandin, bizava êrîşeke hacker’an ya hilweşandina malpera Amazon ya do Pêncşemê biser neket.

Piştî PayPal û Amazon, du malperên serekî yên kredît kartan, MasterCard û Visa jî xîzmetên xwe yên wergirtina alîkarîya diravî ya bo Wikileaks’ê rawestandin.

XS
SM
MD
LG