Breaking News

Piştî Darbeyê li Guinea Bissau Bizav Bo Hikûmeta Yekgritî Tê Kirin

Alîyên sîyasî Guinea Bissau piştî darbeya roja Pêncşemê ku bû egera têkçûna hilbijartina seroktîyê û ew welatê Afrîqayî xist nav alozîyê, hewil didin hikûmetek nîştimanî ya yêkgirtî ava bikin.

Roja Şembî şeqamên Guinea Bissau paytaxt aram bûn û serbazan nobedarîya balexaneyên giştî kirin.

Di nav ragihandinekê de komandarîya leşkerî ferman da kombûnek sîyasî pêk bêt û got ew hikûmeta yekgirtî ya nîştimanî dê bîte hikûmeta demkî ya qonaxa veguhastinê.

Rêberên wê kûdetayê gotin wan hikûmeta sivîl ya welatî ladan li ber hindê ku goya bi nepenî desthilatdarên Guinea Bissau û Angola li dijî hêzên leşkerî yên Guinea Bissau rêkeftin kirin.

XS
SM
MD
LG