Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Peqînên Şamê Bi Deh Hezaran Kes li Sûrîyê Derketin Kolanan


Yek roja piştî ku herî kêm 55 kes di encama cot peqînan de roja Pêncşemê li Şamê hatibûn kuştin, xwenîşandêrên Sûrî îro Înîyê careke din derketin kolanan.

Piştî ku çavdêrên Neteweyên Yekbûyî meha Nîsanê geheştin Sûrîyê ku agirbestê bişopînin, hejmara êrîş û peqînên li wî welatî zêde bûne.

Peqînên roja Pêncşemê ji destpêbûna serhildana dijî Beşar Esed vir ve tundûtûjîya herî xirab ya li Sûrîyê bûn.

Medyaya dewletî ya Sûrî radigîhîne ku hêzên hikûmetê bombevanekî xwekuj yê gumanbar li Helebê kuşt. Raporta medyaya Sûrî ragihand ku li ser wî kesî 1200 kîlo medeyên peqînkar hebû.

Hikûmeta Sûrî bang li Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî kirîbû ku di tekoşîna wê ya dijî terorîzmê de alîkarîya wê bike.

Medyaya dewletî ya Sûrî dibêje, hikûmeta Sûrî îro Înîyê çend name jibo Civata Ewlekarîyê û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ban Ki-moon re şandine. Şam dibêje tundî û alozîyên zêdebûyî, nîşan didin ku ew rû bi rûyê êrîşên terorîstan e ku ji dervê piştgirî werdigirin.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, herî kêm 9.000 kes ji destpêbûna serhildana dijî Beşar Esed vir ve, li Sûrîyê hatine kuştin, lê bizavkar dibêjin hejmara rastîn ji 11.000 kesan pirtir e.

Hikûmeta Sûrîyê îdîa dike ku 2.600 endamên hêzên wê yên ewlekarîyê ji alîyê “terorîstên bi piştgrîya bîyanîyan” ve hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG