Îro li bajarê Pittsburgh ya eyaleta Pennsylvania pireke, çend saet berî seredana Serokê Amerîka Joe Biden hilweşî.
Karbidestên xwecîhî ragihand ku pira kevin jiber berfên gira hilweşîya.
Rêvebirîya Ewlehîya civakî ya bajarê Pittsburgh ji ser Twitterê ragihand di bûyerê de kuştin çênebûne, lê 3 kesên bi birînên sivik ji nexweşxanê re hatine veguhastin.
Rêvebirîyê da zanîn ku hêzên hawarçûn û lêgerînê ji cîhê bûyerê re hatine şandin ku misoger bike ti kes bi kavila pira rûxayî de tuneye.
Hêjayî balkişandinê ye ku Serok Biden, di çarçoveya plana xwe ya xurtkirina binesazîya Amerîka de seredana wî bajarî dike ku ji bîragiştî re nîşan bide gelek rê, pir û binesazî hewceyî nûjenkirinê ne.