Serokwezîrê berê yê Pakistanê Nawaz Şerîf îro Înê dîyar kir ku herî zêde partîya wî di hilbijartinan de deng sitandiye û serketina xwe ragihand.
Şerîf got ku ewê jibo avakirina hikûmeteke koalîsyonê danûstandinan bike.
Wî eşkere nekir ku partîya wî ji 265 kursîyan çend bi dest xistine ku li hin cihan hejmartina dengan hîn didome.
Panela hilbijartinê nîşan dide ku Yekîtîya Misilmanên Pakistanê - Nawaz (PML-N) 61 kursî bi dest xistine, lê jibo avakirina hikûmetê 113 kursî hewce ne.
Şerîf dîyar kir ku kursîyên partîya wî têra avakirina hikûmetê nakin û got ku ewê karbidestên wî jibo avakirina hikûmeta koalîsyonê bi Serokê berê yê Partîya Gel ya Pakistanê Asif Alî Zerdarî û hin rêberên partîyên din re bicivin.
Jêder: Reuters