Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PKK jiber Erdhejê Çalakîyên Leşkerî Sekinand


Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ragihand ku ewê çalakîyên xwe yên li Tirkîyê, li metropol û bajaran bi awayekî demkî bide sekinandin.

Ji rêberên PKK’ê Cemîl Bayik dîyar kir kir ku bi hezaran mirovên wan di bin kavilan de û got ku divê ew li şûna meşandina şer bala xwe bidin ser vejandinê.

‘’Em bang li wan hemû hêzên xwe dikin ku di çalakîyên leşkerî de ne: Li Tirkîyeyê, li metropol û li bajaran çalakîyên leşkerî rawestînin.’’ Bayik got.

Wî got ku heta ku êşa gelê wan sivik dibe ewê rawestîna şer bidome, lê hişyar kir ku wê helwesta dewleta Tirkîyê jî wê di biryara wan de dîyarker be.

Erdheja roja Duşemê li herêmeke pirneteweyî çêbûye ku li wan deveran di navbera hêzên hikûmeta Tirkîyê û PKKê de şerên giran qewimîne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG