Rêvebirîya Giştî ya Dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Îraqê, ku dezgeheke fermî ya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ye, careke din zanyarîyên nerast derbarê êrîşa firokên bê firokevan yên Tirkîyê bo ser herêmê belav kirin.
Sazîya Dijî Terorê ya Herêma Kurdsistanê çend car in derbarê kuştina şervanên PKKê di êrîşên esmanî yên Tirkîyê de, pêzanînên nerast diweşînin û dike ku ajansên navnetewî jî wan nûçeyên nerast dubare biweşînin.
Cebar Yawer Emîndarê Giştî yê Berê yê Wezareta Pêşmerge derbarê vê pirsê got ku li Herêma Kurdistanê hin dezgehên îstixbaratî, ewlekarî û leşkerî bi awayekî sîyasî tev digerin û zarareke mezin didin ewlekarîya netewî ya Kurd.
"Belavkirina zanyarîyên nerast di nav dezgehên ewlehîyê yên hikûmetê de wê bibe sedema zîyanên mezin bo ewlehîya niştimanî û li gor perspektîfa civaka navdewletî dê alîkarîyên lojîstîk, leşkerî û darayî bên qut kirin." Yawer got.
Roja Duşemê, 6-11-2, li gundê Boskenî yê bajarokê Ranya li Herêma Kurdistana Îraqê di encama êrîşa balafirên bêmirov de 4 kes birîndar bûn.
Hê jî kêmtir ji saetek ji bûyerê derbaz nebûbû ku Sazîya Dijî Terora Kurdistanê di daxuyanîyek weşand.
"Firokek bê firokevan a Tirkîyê komek çekdarên PKKê kirîye armanc û di encamê de 2 şervan hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.”
Lê, lêkolînên Dengê Amerîka piştî bûyerê agahîyên dijî terorê nerast derxistin.
Piştî lêkolîna Dengê Amerîka û li gor gotina xizmekî qurbanîyan û pijîşkekî, di wê bûyerê de ti kesek nehatîye kuştin û tenê 2 kes ji qurbanîyan PKK ne û niha rewşa wan baş e û li Silêmanîyê tên derman kirin.
Dengê Amerîka peywendî bi Ajansa Dijterorê û Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê re kir, lê wan heta niha ti bersîv nedaye Dengê Amerîka.
Yawer rasterast li ser wê mijarê neaxifî, lê rexne li dezgehên leşkerî û îstixbaratî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku jiber serdestîya sîyaseta partîyan ew sazî lawaz bûne.
Piştî bûyera Ranyayê hin medyayên navdewletî ragihand ku di wê êrîşê de 4 çekdarên PKKyê hatine armanc girtin û 2 ji wan hatine kuştin. Lê, Dengê Amerîka ragihand ku ti kes nehatîye kuştin û 2 ji birîndaran sivîlên ji gelê herêmê ne.
Ev ne cara yekê ye ku Ajansa Dijterorê ya Herêma Kurdistanê nûçeyan nerast diweşîne.
Di raporteke Tebaxê de, Dengê Amerîka ragihandibû ku ajansa dijterorê zanyarîyên nerast derbarê êrîşa firokeyên bêmirov yên Tirkîyê li ser Pêncwînê di 11ê Tebaxê de belav kirine.
Ajansê di daxuyanîyekê de ragihandibû ku êrîşa Tirkîyê li ser Pêncwînê "wesayiteke çekdarên PKKê kirîye armanc û di encamê de berpirsekî payebilind yê PKKê û şervanekî din û şofêrê wê otomobîlê hatine kuştin.
Lê, raporta Dengê Amerîka dîyar kiribû ku her sê qurbanî welatîyên Ereb yên Mûsilê ne. Di nava wan kuştîyan de mamosteyekî bi navê Zîyad Mistefa jî hebû jibo pêşwazîkirina keça xwe ya 18 salî Rayam, ku li Îranê dixwîne, serdana Pencwînê kiribû.