Lînkên eksesibilîtî

Li Dêrelokê Êrîşa Çekdarî Pêkhat Yek Kuştî û Yek Jî Birîndar


Êrîşa Çekdarî li Dêrelokê - Parêzgeha Duhok Kesk hatiye kuştin û kesek bi birîndarî ji aliyê şervanên PKK ve hatiye revandin.

Êvarîya roja Şemiyê ji bajarokê Dêrelok yê girêdayî qeza Amêdiyê li parêzgeha Duhok li gûr şahidên bûrê hat zanîn ku, hind çekdaran li nava kolanên bajarokê Dêrelokê êrîşeke çekdarî pêk anîye, di êrîşê de yek kes hatîye kuştin û yek jî birîndar bûye.

Sedemên êrîşê û aliyê êrîşkar nehatine naskirin, lê welatî Marin Nêrweyî ku, xwecihê bajarokê Dêrelokê ye weke şahidê bûyerê gote Dengê Amerîka (fayila deng), tê gotin ku, çekdarên Partiya Karkerên Kurdistan PKKê êrîş li Dêrelokê pêk anîye, weke hatî zanîn 2 kes kirine armanc, yek li nava Dêrelokê di cî de jiyana xwe ji dest daye û kesek din bi birîndarî girtîye û bi xwe re birîye.

Li gûr pêzanînên heyî hatîye gotin ku, kesên bûne armanca çekdarên PKKê, endamêm MIT a Tirkî bûne, lê hêjî bi temamî nayê zanîn ku, ew kes raste endamên MITê bûne yan jî endamên heman partiyê bûne û xwestine ji partiyê veqetin şûnda bûne armanca êrîşê.

Wek tê zanîn heftiya bûrî jî li herêma Sersinkê ya nêzkî Amêdiyê dîsan bûyereke weha qewimî bû, hatbû eşkere kirin ku êrîş li dij leşker û endamên MIT a Tirkiî pêkhat bû.

Marin Nêrweyî weha behsa bûyerê dike.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG