Rêveberîya Tevgera PKKê roja Pêncşemê ragihand ku tevî wan hemû hêzên xwe vekişandine jî, hikûmeta Tirkîyê ji bo berdewamkirina pêvajoya aştîyê gavên zêdetir neavêtine.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku “li pêşîya azadîya Ocalan û gavên qanûnî yên azadîyê êdî ti astengî û hincet nemane.”
Tirkîye vekişîna hêzên xwe ji Îraqê û bi taybetî ji bingeha zilîkan - Başîkê bi hebûna çekdarên ku nêzî PKKê ne li Şengalê girê dide.
Tirkîyê dibêje heta ku Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) çekên xwe radestî hikûmeta Îraqê neke, ewê ji bingeha Başîkê dernekevin.
Li ser rewşa leşkerî ya li ser sînor, hat eşkere kirin ku li herêma Metîna ya li rojavayê Zapê, çar bingehên leşkerî û tunelên şer bi tevahî hatine valakirin. Bi vê gavê re, hemû hêzên çekdar ên tevgerê ji hundirê Tirkîyê û deverên li ser sînorê Herêma Kurdistanê hatine paşvekişandin.