Wezareta berevaniyê û medyaya fermî ya Tirkiyê îro Şemiyê ragihand ku yekîneya leşkerî û îstixbarata Tirkiyê di operasyonên li bakurê Iraqê de 9 endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên qedexekirî "jinav birin".
Tirkiyê bi berdewamî êrîşên esmanî li Îraqa cîran dike di çarçoweya êrîşa xwe ya li dijî çekdarên PKKê yên li wir de.
Wezaretê li ser twîtterê got, "Heta terorîstê dawî bê "jinavbirin" operasyonên me wê bidomin û destnîşan kir ku artêşê 7 endamên PKKê armanc girtin. Bi gelemperî peyva "jinavbirin" tê wateya kuştin.
Ajansa Anadolu ya girêdayî dewletê bi awayekî cuda ragihand ku Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) li herêma Silêmanîyê ya Îraqê 2 endamên PKKê "jinav birin".
PKKê ji sala 1984an ve li dijî dewleta Tirkiyê serhildanek da destpêkirin. Di encama şerê PKK û Tirkiyê de zêdetirî 40 hezar kes hatin kuştin.
PKK Ji aliyê Tirkiyê , Amerîka û Yekîtiya Ewrupî ve weke rêxistineke terorîst tê dîtin.
Çavkanî: Reuters