Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PKK li Meha Gulanê Vedikêşe Derveyî Sînora Tirkîyê


Serokê Desteya Rêvebir yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan, di civîneke ragihandinê li Çîyayê Qandîlê got ku vekişîn dê di 8’ê Gulanê de destpê bike.

“Vekişîn dê gav bi gav, bi awayê koman û di demeke herî kin de were temem kirin. wek komên hate plan kirin."

Birêz Karayilan dîyar kir ku hêzên vekişî dê li bingehên ku li Kurdistana Îraqê ne, werin cîh kirin.

Bi vê daxuyanîyê, prosesa aştîyê ku rêberê PKK’ê yê zindankirî Abdullah Ocalan li Newrozê ragihandibû, digeheje qonaxeke nû û hêvîya dawîkirina şerê dehan salan, ku bi hezaran kes di encamê de jîyana xwe hinda kiribû, jî xurtir dibe.
XS
SM
MD
LG