Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PKK Dibêje Ew Hêzên Xwe ji Şengalê Vedikşîne


Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ew hêzên xwe ji herêma Şengalê derdixe, jiber ku ewlekarîya herêmê hatiye misoger kirin.

Daxuyanî dibêje ku hêzên Êzîdî yên herêmê jibo pêkanîna ewlekarîya Şengalê bes in û hikûmeta federalî ya Îraqê jî li se rparastina Êzîdîyan hesas e.

"Xeterîyên 3'yê Tebaxa 2014'an li ser Şengalê nemane. Êdî rêxistinbûneke civaka Êzîdî çêbûye. Jiber vê yekê hêzên gerîla ji Şengal û derdora wê derdikevin.”

KCK'ê herwiha dîyar kir ku şervanên wê jibo parastina civaka Êzîdî wê her dem amade bin.

"Bê guman, li Bakur, li Rojava, li Başûr û li Îraqê, li her derê dema dijî Êzîdîyan êrîşek pêk were, emê li cem gelê xwe bin. Gerîla jibo Êzîdîyan ji qirkirinê rizgar bikin, ketin Şengalê û bi dilekî xweş, piştî ev armanc pêk anî, ji Şengalê vedikêşin."

Hêjayî gotinê ye ku di rojên dawî de gelek raport di medya Tirkîyê de bêlav dibin ku Enqere dê operasyoneke leşkerî ya dijî Şengalê bike.

XS
SM
MD
LG