Nûnera taybet ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di Civata Ewlekarî ya Gîştî ya NY de derheqa Îraqê axifî.
Plasschaert got ku faktorên serekî yên bê îstiqrarîya Îraqê wek berê dizî û bertîl, desthilatdarîya sîyasî ya lawaz, hebûna aktorên nedewletî yên çekdar,cezanekirina tawankaran, nebûna sîyaseteke netewî, nebaşbûna xizmetkarîyê, newekhevî, bêkarî û sedemên wek girêdana zêde ya bi dahata petrolê ne.
Plasschaert got ku pirsgirêkên navbera her du partîyên desthilatdar yên Herêma Kurdistanê di mehên dawî de, herêm ber bi krîzeke kûr ve biribû jiber ku rewşa sîyasî di asteke nemaqulane û bê berpirsî bû.
"Tevî ku bawerîya me ya xurt heye ku pirsgirêkên darayî, rêvebirî, ewlehî û hilbijartinê yên berbiçav dikaribû bi mehan berê were çareser kirin, eşkere bû ku vîna lihevkirinê jibo demeke dirêj tunebû.
Lê, bi spasîya hewildanên Serokê Herêmê û kesitîyên din bo vegerandina alîyên peywendîdar ya ser maseya danûstandinan û kombûna vê dawî ya navbera serokwezîrê herêmê û cîgirê wî, di dawîyê de bû sedema hin nûçeyên baş. Piştî pirtir ji şeş mehan, roja Yekşemê kabîneya Kurdistanê bi giştî civîya.
Plasschaert got ku di vê qonaxê de hêvî dikin ku êdî alîyên peywendîdar bikevin nava liv û tevgerê, pirsgirêkên heyî kêm bikin û jibo berjewendîya gelê xwe bixebitin.
“Dema meriv li dîrok û erdnîgarîya Herêma Kurdistanê binêre, dibîne ku çareserîyên domdar ji pirsgirêkên heyî re çiqas girîng e. Herwiha, wekî ku min gelek caran gotiye divê hilbijartinên parlamanî yên Herêma Kurdistanê bi lezûbezî pêk werin.
Plasschaert bi bîr xist ku hilbijartin divêbû di Cotmeha 2022an de bihatana kirin.
"Niha serokê herêmê piştî şêwirên bi hemî alîyan, biryar da ku hilbijartin di 18ê Mijdarê de were kirin.”
Plasschaert hişyarî da hemî alîyên sîyasî ku li ser mijarên girêdayî hilbijartinan hevbîr bin û di dema dîyarkirî de hilbijartinan li dar bixin.
"Ger hilbijartin careke din were betal kirin, ewê zararê bide bawerîya gel," Plasschaert got.
Nûnera NY derbarê peywendîyên Bexda-Hewlêrê de jî got ku pêşveçûnên erênî hene, lê problemên sîyasî yên li Herêma Kurdistanê bandoreke neyênî li ser peywendîyên Bexda û Hewlerê kiriye.