Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îngîltere 6 Kes di Êrîşeke Çekdarî de Hatin Kuştin


Di encama êrîşeke çekdarî de, tevî zarokekî 6 kes li bajarê Plymouth ya başûrê rojavayê Îngîltere hatin kuştin.

Polîsên herema Devon û Cornwall di derbarê bûyerê de daxuyanîyek da û got ku 3 jin û sê mêr hatine kuştin ku di nav wan de de êrîşkar jî heye.

Wezîrê Karên navxwe yê Brîtanya yê Priti Patel li ser Twitterê bûyer wek "şok" bi nav kir.

"Bûyera li Plymouth şok e û hest û ramanên min bi kesên ku bandor bûne re ne," wezîr Patel got.

Yek ji kesên hatine kuştin zarokek di bin 10 salî de ye, parlamanterê herêmî yê ji Partiya Kar ya opozîsyonê Luke Pollard di twîtekê de got.

Polîsan êrîş mîna "bûyerek giran ya bi çekan" bi nav kir û da zanîn ku rewş di bin kontrolê de ye.

Hevdem, wan destnîşan kir ku bûyer ne girêdayî terorê ye.

Hejayê bal kişandinê ye ku Brîtanya di cîhanê de yek ji welatên ku xwedî rêjeya kuştinên çekdarî ya herî kêm e û herwiha êrîşên çekdarî yên girseyî jî pir kêm diqewimin.

Ev bûyer ji 11 salan vir ve, êrîşa çekdarî ya girseyî ya yekê ya li Brîtanya ye.

XS
SM
MD
LG