Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Destdirêjî Çar Jinan Kirbû li Wanê 25 Sal Zîndan Lê Hat Birîn


Dadgeha Wanê
Dadgeha Wanê

Li Wanê derket holê ku polîsê bi navê Z.K ê li Midûrîyeta Ewlekarîya Wanê peywirdar bû û destdirêjîya li ser çar jinan kirîye hat ceza kirin.

Polîs Z.K piştî bûyerê hatîye girtin û di encama darizandinê de 25 sal û 7 meh cezayê girtîgehê jê re hatîye birîn.

Di sala 2018’an de li Wanê polîsê bi navê Z.K ji bo bûyerek dizîyê lêkolîn bike diçe kargeha ciwanî ya jinan. Jinên bi navê Ç.D, D.E, S.D û S.G di îfadeyên îdîa kiribûn ku Z.K hinceta lêkolînê destdirêjî kirîye ser wan.

Piştî bûyerê jinan gilî kirin û li ser vê yekê di encama lêpirsînê de Z.K hatîye girtin.

Doza derbarê Z.K de hatîye vekirin li Dadgeha Aslîye Ceza ya Wanê hate dîtin û di encama darizandinê de ji wî re 25 sal cezayê girtîgehê hate birîn.

Parêzerê jinên mexdûr, Sedat Anaran derbarê pêvajoya dozê de ev tişt bi me re parve kir.

“Li Tirkiyeyê berîya niha jî hin polîs tevli sûçên wiha bûbûn û ev polîs hatibûn parastin. Tirsa me jî ew bû ku ev bûyer jî were veşartin û mandila kirin. Lê jiber ku miwekîlên min bibiryar sekinîn wan nekarî vî sûçî veşêrin. Ev jî jibo me cihê keyfxweşîyê ye.”

Arif Aslan - Bajarê Wanê 04. 03. 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:28 0:00

XS
SM
MD
LG