Polonya îro Sêşemê ser kirîna 96 helîkopterên êrîşê yên AH-64E Apache bi Amerîka re peymanek îmza kir.
Peyman ji alîyê Wezîrê Berevanî yê Polonya Wladyslaw Kosiniak-Kamysz hat ragihandin.
Li gor peymanê, wê helîkopterên Amerîkî jibo angajman û keşfê kanînên nû li hêzên Polonya zêde bikin û wê bikevin şûna helîkopterên Mi-24 yên piştî Sovyetê.
Amerîka Tebaxa 2023’yan pejirand ku ew bi 12 mîlyar dolaran 96 AH-64E Apache û ekîpmanên wan bifiroşe Polonya.
Di peymanê de, kelûpelên jibo helîkopteran, alîkarîya teknîk, paketa perwerdeyê û parçeyên zêde hene.
Wezareta Berevanî ya Polonya serê vê mehê bi Boeing û General Electric re peymanên bi 255 mîlyon dolarî îmza kiribûn.
Polonya bi taybetî piştî ku Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir bala xwe da ser xurtkirina berevanîya xwe.
Jêder: Reuters