Pisporên Polonyayî piştrast kir ku muşekeke ku meha Mijdarê li axa wê ketibû ji alîyê Ukrayna ve hatiye avêtin.
Bi wê muşeka ku li depoyeke dexlûdan ketibû 2 kesan canên xwe ji dest dabûn.
Jiber ku Polonya endama NATO ye berê bi ketina wê muşekê fikar çêbûbûn ku şerê Rûsya û Ukrayna berfirehtir bibe.
Karbidestên Polonya û NATO wê demê gotibûn ku li gor bawerîya wan muşek ji alîyê Ukrayna ve hatiye firandin.
Rojnameya Rzeczpospolita ji zarê pisporan dîyar kir ku muşeka ku li gundê Przewodow ketiye S 300 5-W-55 e û ya Ukrayna ye.
Pispor dibêjin ku ew muşek dikare heta 75-90 kîlomtreyan dûr here ku wê demê muşekên enîyên Rûs nedigiheştin Przewodowê.
Jêder: AFP